Kurdî
Lîtografî
Lîtografî di sala 1789 ji aliyê Aloys Senefelder hatiye kifşkirin û di di sedsala 19an de ji aliyê wênekêşên mîna Francisco Goya, Honoré Daumier und Édouard Manet ve hatiye bikaranîn. Lîtografî di salên 1890an de bi çapa rengîn ji aliyê Pierre Bonnard, Henri de Toulouse-Lautrec und yên din ve gihîştiye pêşketina tenga xwe ya hunerî ya kamil. Ev yek bi raxistina wêneyan li ser zemîneke rasterû teknîkeke rasterast e ku pê çap tên holê, hema hema nêzikê awayê boyaxên avî yan jî xetkêşiya ser kaxizê ye.
Çapa lîtografan li ser bingeha dewisandina navbera av û rûnê ye. Hunermend divê materyalên ku bi rûn in bi kar bîne (tebeşîr yan boyaxên avî yên lîtografîk bi kar bîne, şelaviyeke ku bi firçeyek tê sîwaxkirin), ji bo ku wêneyek li ser kevirek yan jî lewhayek pêk bê, li ser rûzemînê bi hêsanî bizeliqe û tebeşîr yan reşboyaxê xweş dimije. Di dema berê de kevirên giran dihatin bikaranîn lê di roja me de lewhayên metal bêtir tên bikaranîn, ji ber ku ew hêsantir û bê xebateke zêde ya dest tên zîvirandin.
Ger lîtografek ji bo çapê amade be, têkilheviyeke kîmyayî li ser kompozisyonê tê belavkirin ji bo ku wêneyê bi rûn xetkêşî bûye bi rûzemînê ve bizeliqe. Paşê kevir yan jî lewha bi av tê şilkirin ku ew tenê aliyên bê rûn zexm bigire. Bi gundoreke murekebê çapê yê bi rûn lê tê pahnkirin ku ew tenê aliyê bi rûn xetkêşî bûne zexm bigire, bi vî awayî rûzemînên nehatine bikaranîn ji aliyê fîlmeke ji avê tên parastin. Êdî kaxiz li ser kevir tê raxistin û bi zixteke çapî jê tê derbaskirin ku wêne lê bê kişandin.