Navigation Menu+

Kurdî

Bîyografî

 

Ez di sala 1954an de, li Herêma Kurdî, li Rohilata Tirkiyê, li bajarê Tercan ji dayîka xwe bûme. Ji sala 1977an ve ez li Berlînê dijîm. Min ji sala 1979an – 1984an li Zanîngeha Karê Hunerî (Universität der Künste) li Berlînê, beşa Wêne û Grafîk, liba Prof. Bergmann xwend.

Mijarên sereke yên xwendina min ev bûn: Siruşt, jiyana aramî, wêneyên bajarî, wêneyên karên rojane, bizavên laşê merovan û portrê. Bi piranî ez bi qedera merovan ve xerîk (mijûl) bûm. Wêneyên min, bi awayekî giştî, liser jiyanan penaber û koçberan in. Ez bi rengên têmpêra, zêtê û bi têkilîya rengan kar dikim. Piranîya wêneyên min û karê min yê hunerî ji hunera nexş û çapa kevirî (Lithographie), hunera şêwekarîyê (Radierung) û wênekêşîyê (Zeichnungen) pêktên. Ez, wek hunermendekî serbest, li Berlînê, li taxa Charlottenburg dijîm û wek kesekî pisporê pêdagojîk û hunerê bi zarok û cîwanan re mijûl dibim. Min pir caran, bi wêneyên xwe, beşdarî di pêşangehan de kiriye. Her wisa ez bi serê xwe jî û bi berhemên xwe yên hunerî pêşangehan amade dikim. Hûn dikanin di malpera min de înformasiyonan liser berhemên min yên hunerî werbigirin. Eger hûn bixwezin, hûn dikanin li cihê karê min jî li berhemên min temaşe bikin.

Haşim Saydan